Li gor agahiya ku hat hildan, li nêzî taxa Yumakliyê ya li ser navçeya Bêgiriyê (Muradiye) minîbusa ku penaberên bi rêya dereqanûnî ketine welêt, tê da bûn, wergeriya şarampolê.
Li ser êxbarê ekîbên îtfaiye, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin û 42 kesên ku birîndar bûn, li ambulansan kirin û ew rakirin nexweşxaneyên Erdîş, Bêgiriyê û Wanê.
Ji birîndaran kesek li nexweşxaneya Begiriyê mir.
AA