Li Wanê Modela Kibrisê

Ew ê di bin behrê de avê bibin Girava Axtamarê…

Li Wanê Modela Kibrisê

Li Wanê ji bo girava Axtamarê, projeyeke ku mîna modêla Kibrisê dest pê kir. Şaredariya Wanê wê di bin behrê re xeteke 4 kîlometreyê deyne da ku ava pak bibe gırava dîrokî. Li Tirkiyê gola herî mezin li Wanê ye. Di wê golê an jî bi gotine Serhediyan, di “behra Wanê” de 4 girav hene.

Ji wan Girava Axtamarê him bi mezinbûna xwe, him jî bi dêra xwe ya dîrokî navdar e.

Dêra Axtamarê ji bo Ermeniyan cihekî pîroz e, salê 150 hezar turîst berê xwe didin girava dîrokî. Ava behra Wanê bi sodyûm û karbonat e. Ji ber vê yekê nayê vexwarin û pê avdan nabe. Loma jî li Girava Axtamarê ava şêrîn pirsgirêkeke pir mezin e. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ku di bin behrê re avê bibe Girava Atdamarê dest bi projeyeke taybet kir.

Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê bi xeta 4 kîlomêtreyî ya bin behrê re dê avê bikşîne bibe Girava Axtamarê.
 

Midûrê Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê Ali Tekataş dibêje, Girava Axtamarê yek ji nirxên girîng ên Wanê ye.

Tektaş got “Em ji bo Girava Axtamarê projeya avê pêk tînin. Lewra li wê derê jiyaneke xurt, jiyaneke xwezayî heye. Ava ku ji quntara Çiyayê Artosê derdikeve, wê here giravê. Ji bo Gewaşê ev projeyeke girîng û taybet e. Li Axtamarê piraniya nebat û daran endemîk in û bi sedan salî ne. Me dî ku di 10 salên dawî de hişkahiyeke mezin çêdibe. Heke em tevdîran negrin, Girava Axtamarê wê ziha bibe. Bi saya vê projeyê, dê bi taybetî darên behîvan werin xilaskirin. Bi projeya ava şêrîn him dar wê xelas bibin û him jî ajalên kuvî di wê bê av nemînin.”

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE