Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Wan û Mûşê berf û bagerê rêya 13 tax û gundan girt.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê ji berf û bagerê li navçeyên Başkale û Gurpinarê rêya 4 tax û gundan hat girtin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ku rê bê vekirin xebat tên kirin, li navçeyan rewşa hewayê ya nebaş dewam dike.
Midûrê Xizmetên Rê û Ragihandinê ya Îdareya Taybet a Mûşê Mehmetşah Şenturk jî daxuyand li giştiyê bajêr rêya 9 gundan hat girtin, tîm ji bo ku rêyan vekin dixebitin.
AA