Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêya 847 tax û gundan hat girtin

Ekîb bi 250 wesayît û 650 xebatkaran va xebatên vekirina rêyan li 149 taxên girêdayî 10 navçeyan û li 198 mezrayan didomînin.

Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê rêya 847 tax û gundan hat girtin

Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê ji ber rewşa hewayê ya nebaş û berfa zêde dibare rêya 847 tax û gundan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, li bajêr ji ber berfê li navenda bajêr û navçeyan rêya 347 gund û taxan hat girtin.

Ekîb bi 250 wesayît û 650 xebatkaran va xebatên vekirina rêyan li 149 taxên girêdayî 10 navçeyan û li 198 mezrayan didomînin.

Hekarî

Li Hekariyê berfa ku 2 roj e dem demî dibare dibe sedema zehmetiyan.

Li bajêr qalindahiya berfê gihîşt 20 santêman û rêya 159 cihan hat girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyan vekin dixebitin.

Tîmên şaredariyê û rêbejayê jî li kuçe û kolanan berfê paqij dikin.

Mûş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê Şeyhmus Yentur daxuyand li bajêr rêya 115 gundan hatiye girtin, lê ekîb dixebitin ku di demeke kin da rêyan vekin.

Bidlîs

Li Bidlîsê jî rêya 226 gundan ji ber berfê hat girtin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr Umît Kurtkan daxuyand li cihên bilind hê jî berf dibare, lê ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.

Tîmên şaredariyê û rêbejayê jî berfa li kuçe û kolanan paqij kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE