Li Wanê otobêsa rêwiyan wergeriya: 9 birîndar

Kesên li dorberê haya rayedaran pê xistin û li ser vê gelek ambulans, ekîbên agirkujî, UMKE, AFAD û polêsan sewqî herêmê kirin.

Li Wanê otobêsa rêwiyan wergeriya: 9 birîndar

Li Gevaşa navçeya Wanê otobêsa rêwiyan ji kontrolê derket û wergeriya, di qezayê da 9 kes birîndar bûn.

Otobêsa saziya Metroyê ya bi pîlaqeya 02 DE 810 a ji Mêrsinê dihat Wanê li Atalana herêma Gevaşê ji kontrola ajokar derket û wergeriya.

Kesên li dorberê haya rayedaran pê xistin û li ser vê gelek ambulans, ekîbên agirkujî, UMKE, AFAD û polêsan sewqî herêmê kirin.

2yê wan rewşa wan giran 9 birîndar ji otobêsê hatin derxistin û ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyên li Wanê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE