Li Wanê qeza: 12 mirî, 20 birîndar

Li Wanê minîbusa koçberên bêdestur welgeriya şerampolê: 12 mirî, 20 birîndar

Li Wanê qeza: 12 mirî, 20 birîndar

Li Muradiyeya navçeya Wanê minîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn welgeriya, 12 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Minîbusa ku plaqeya wê 65 ER 186 bû li Taxa Yumakliyê ji ber sedemeke nediyar welgeriya şerampolê û şewat derket.

Li ser caw dayînê tîmên tenduristiyê, AFADê û cendirme hatin cihê qezayê û şewat vemirandin.

Tîman 12 cesedê koçberên bê destûr ji minîbusê derxistin, 20 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li Wan, Ercîş û Muradiyeyê.

Qaymeqamê Muradiyeyê Erkan Savar, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuggeneral Yuksel Yîgît û Fermandarê Cendirmeyan yê Navçeyê Evren Kaptan hatin cihê qezayê ji wezîfedaran agahî hildan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE