Li Edremîta navçeya Wanê minîbuseke rêwiyan li kamyonekê qelibî, jê 3 giran 13 kes birîndar bûn.
Minîbusa şofêrê wê S.Ç. û plaqeya wê 73 AAG 482 dema ji Wanê diçû Hekariyê li ser rêya Wan û Hekariyê taxa Kurubaşê ji paş va bi kamyona ku şofêrê wê M.Y. û plaqeya wê 01 FS 524 bû qelibî.
Di qezayê da 13 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û Navenda Tipê ya Dursun Odabaşê.
Hat ragihandin rewşa 3 birîndaran giran e.
AA