Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, li cihên bilind dem bi dem berf barî û bager çêbû û di çûyîn û hatina wesayîtan da tengasî çêbû.
Berf û bagerê li Gurpinarê rêya 26, li Miksê rêya 5 û li Başkala jî rêya 2 tax û gundan girt. Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê tevahiya herêmê hewa ewrsayî û pirewrayî ye, li Wan, Hekarî û Bidlîsê berf wê bibare.
Li herêmê bi şev û serê sibê qeşa û cemed tê payîn û hewa wê li gor demsalê be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Wanê 5, li Hekariyê 6, li Bidlîsê 2 û li Mûşê 4 pile tê payîn.
AA