Li Wanê êrîşî Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê kirin

Li Wanê bi çekên lûledirêj êrîşî wesaîta wezîfedarên Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê tê da bûn kirin û 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li Wanê êrîşî Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê kirin

Li gor daxuyaniya Walîtiya Wanê dijî wesaîta wezîfedarên Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê ku di çarçoveya tevdîrên dijî şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da alîkarî dibirin Egrîbelena taxa navçeya Ozalpê bi çekên lûledirêj êrîş hat kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ekîba Şaredariya Ozalpê di çarçoveya Koma Alîkariya Civakî ya Wefayê da bi wesaîta bi plaqeya 65 HD 084 alîkarî bir Taxa Egrîbelenê û piştî belavkirina alîkariyê dema vedigeriya navçeyê li texma Taxa Mehmetalanê derdora saet 12.00an da ji wesaîteke nêzîk dibû da bi çekên lûledirêj êrîş hat kirin."

Hat destnîşankirin di êrîşê da xebatkarekî şaredariyê û welatiyekî sivîl ku dema vedigeriyan navçeyê bi rê da hildabûn hatin kuştin û xebatkarekî şaredariyê jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin xebatkarê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Ozalpê tê dermankirin.

Li gor agahiyan wesaîta jê êrîş hat kirin ji ciyê bûyerê çûye û ji bona qefaltina êrîşkaran li herêmê operasyon dane destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE