Li Wanê rêwîtıya bitalûke

Welatiyên Sualtiyê di tunelên berfê de diçin navenda navçeyê…

Li Wanê rêwîtıya bitalûke

Li taxa Sualtiyê ya Elbaqa Wanê salê 7 mehan berf li erdê ye. Welatiyên li taxa nêzî sînorê Îranê bi kotekî diçin navenda navçeyê û tên. Li hin deverên li ser riya taxê nêzî 10 metre berf heye. Ji ber vê jî li deverê gelek caran aşît dikeve û mirov ji aşîtê gelek ditirsin.

Hin jı wan bi hespan, hin jı wan ji bi wesaîtên xwe di nav 10 metre berfö de rêwîtiyê dikin.

Rêwîtiya wan a ber bi navendê ve gelek zor û zehmet e.

Ev der Taxa Sualtiyê ya Elbaqa Wanê ye.

Li taxa ku nêzî sînorê Îranê ye 500 xanî hene û niha li erdê nêzî 2 metre berf heye.

Li hin deverên li ser riya di navbera tax û navçeyê de jî nêzî 10 metre berf heye.

Ji ber vê jî li deverê her tim talûkeya aşîtê heye.

Welatiyên taxê bi zor û zehmet diçin navenda navçeyê û tên.

Li Taxê hema bêjin salê 7 mehan berf li erdê ye.

Tîmên şaredariyê riya taxê vedikin, lê rê di demeke kurt de dîsa asê dibe.

Par ji ber aşîtê 3 kes mirin. Ji ber vê jî welatî dixwazin ji wan re riyeke din bê çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE