Li Wanê rêyên 510 taxan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin vebûn

Li Wanê rêyên 510 taxan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin vebûn

Li Wanê rêyên 510 taxan ên ku ji ber şertên neyînî yên hewayê hatibûn girtin vebûn.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, 650 personel û 250 wesayît ên girêdayî Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî xebatên berfê didomînin.

Bi xebata bênavber a ekîban va ji rêya 702 taxan ên girtî ya 510an hatin vekirin.

Xebatên vekirina rêya 192 taxan jî berdewam in.

Ekîb ji bo ku di veguhestinê da pirsgirêk dernekevin, li navenda bajêr jî xebatên rêfirehkirin û rêxwêkirinê dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE