Li Wanê santrala vejenê ya bayê ji bo 50 hezar malan ceyranê çêdike

Ji ber ku çil û çiyayên Wanê ji bo çêkirina vejena bayê kêrhatî ne, li bajêr bi 14 turbînên bayê santrala vejenê ya bayê (RES) hatin avakirin.

Li Wanê santrala vejenê ya bayê ji bo 50 hezar malan ceyranê çêdike

Li Gewaşa navçeya Wanê ceyrana 50 hezar malan ji santrala vejenê ya bayê tê.

Wanê bi salan bi navê "Tuşba"ya ku tê meneya "bajarê tavê", paytextiya Qraltiya Urartuyan kir. Digel vejena tavê, êdî li Wanê vejena bayê jî çêdibe.

Ji ber ku çil û çiyayên Wanê ji bo çêkirina vejena bayê kêrhatî ne, li bajêr bi 14 turbînên bayê santrala vejenê ya bayê (RES) hatin avakirin.

Wezareta Sanayî û Teknolojiyê sê sal berê lîsans da û FÎBA Holdîngê li navçeya Gewaşê ser girê Dirba Kuskunkiranê santral ava kir û santralê par dest bi hilberîna vejenê kir.

Midûrê Dezgeha Santralê Riza Sarisaç ji nûçegihanê AAyê ra got ku di çarçoveya projeyê da hemû trîbun hatin avakirin û santral ket dewrê.

Sarisaç diyar kir ku di santralê da 23 kes dixebitin û wiha dewam kir, "Ji ber ku santral cihekî bilind hatiye avakirin û 3 hezar raqim bilind e, berf pir lê dibare. Bager timî rêyên me digire. Em bi makîneyên kar ên taybet dertên sehayê. 50 megavat hêza wê heye. Ceyrana ku li vê derê tê çêkirin têra 50 hezar malan dike. Santrala me li vê herêmê ya ewil e. Teknolojiya dawîn hat bikaranîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE