Li Wanê sepana "ewlehî û aramiyê"

Di sepana ku li seranserê Wanê hat cîbicîkirin da 33 kesên ku ji ber sûcên cuda li wan digerin hatin girtin

Li Wanê sepana "ewlehî û aramiyê"

Li Wanê bi beşdariya 561 personelê cendirme ve sepana "ewlehî û aramiyê" hat cîbicîkirin.

Kontrolên di çarçoveya "Sepana Ewlehî û Aramiyê ya Tirkiyeyê" ku li seranserê Tirkiyeyê tên kirin da di sê qonaxan da hatin cîbicîkirin.

Ligel ekîbên asayîşê yên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê, ekîbên Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze û ekîbên Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê beşdarî sepanê bûn.

Di çarçoveya sepanê da ekîban mekanên giştî yên kêfê kontrol kirin û herwiha li ser kuçe û kolanên herî qelebalix jî nasnameya welatiyan pirsîn.

Herwiha di çarçoveya sepanê da li ser piyan jêpirsîna 8 hezar û 286 mirovî û ya 3 hezar û 556 wesayîtan hat kirin.

Bi tevahî 26 hezar û 172 lire pere cezayê îdarî û yê trafîqê li wesayît û ajokaran hat birîn, 33 kesên ku ji ber sûcên cuda li wan digerin hatin girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE