Li Wanê sînorê Îranê bi dîwarê moduler û îmkanên teknolojîk dê ewletir bibe

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez destnîşa kir ku bi mebesta pêkanîna ewlekariya sînorê Tirkiye-Îranê, rêgiriya derbasbûnên dereqanûnî û qaçaxçîtiyê dê li ser xeta 295 kîlometro sînor dîwar bê lê kirin.

Li Wanê sînorê Îranê bi dîwarê moduler û îmkanên teknolojîk dê ewletir bibe

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez destnîşan kir ku bi mebesta pêkanîna ewlekariya sînorê Tirkiye-Îranê, rêgiriya derbasbûnên dereqanûnî û qaçaxçîtiyê dê li ser xeta 295 kîlometro sînor dîwar bê lê kirin.

Bilmez digel Fermandarê Cendirmeya Wîlayetê Tuxgeneral Yuksel Yigit, Rêveberê Ewlekariya Wîlayetê Atanur Aydin li navçeya Çaldêranê serdana cihê xebata lêkirina dîwarên modern û kolana xendekê kir.

Bilmez piştî ku rayedaran agahî sitendin daxuyanî da rojnamevanan.

Bilmez anî ziman înşaata dîwarê 64 kîiülometroyi yê ku ji sînorî Agiriyê destpê dike didome.

- "Heta dawiya salê dê 160 kîlometro xendek were kolan"

Bilmez destnîşn kir ku heta dawiya salê dê 64 kîlometroyê dîwar biqedînin û heta nuha beşa 3,5 kîlometroyê dîwar qediyaye.

Bilmez got ku li etaba 3yemîn a ku dîwar lê tê avakirin xebatên kolandin û dagirtinê berdewam e û wiha axivî:

"Emji bo mitabeqeteke hevpar digel rayedarên Îranê dixebitin. Xebatên paqijkirina qada bi mayin ji aliyê ekîbên cendirmeyê ve berdewam in. Emê herêmê bi temamî ji mayinan paqij bikin. Çimkî ji bo îmalata dîwar lazime ew qad ji mayinan bê paqijkirin. Ji bo ewlekariya sînor, ev 2 sale em xendekan dikolin. Kûrahiya xendekan 4, firehbûn jî 4 metro ye. Heta nuha 110 kîlometro xendek hatiye vedan. Heta dawiya salê dê 160 kîlometro xendek were kolan. Ji aliyekî din ve têlên bi jilêt jî li dora wan tê pêçan."

- "Yekeyên teqwiye hatin şandin"

Bilmez bal kişand ser wê yekê ku ji bo parastina ewlekariya sînor yekeyên teqwiye hatin şandin û wiha got, "Piştî ku êrîşa koçan zêde bû hêzên me yên bejayê yekeyên teqwiye digel wesayitên zirxpoş şandin deverê. Wezareta Navxweyî jî ji wîlayetên din 35 tîmên operasyona taybet, bi 50 wesayitên zirxpoş rewaneyî herêmê kir."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE