Li Wanê sûra kelha ji heyama Urartuyan maye hat dîtin

Di serokatiya Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncî Yilê da vekolan dewam dikin. Ji bo saziyên dîrokî tesbît bikin û ji turîzmê ra vekin ekîban Projeya Lêkokîna Rûyê Erdê ya Arkeolojîk dan destpêkirin.

Li Wanê sûra kelha ji heyama Urartuyan maye hat dîtin

Li Gurpinara navçeya Wanê li çiyayê 2 hezar û 500 mêtro bilind sûra kelheke hat tesbîtkirin ku ji Urartuyan pê va gelek şaristaniyan bi kar aniye hat dîtin.

Di serokatiya Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncî Yilê da vekolan dewam dikin. Ji bo saziyên dîrokî tesbît bikin û ji turîzmê ra vekin ekîban Projeya Lêkokîna Rûyê Erdê ya Arkeolojîk dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da ekîb çûn Geliyê Weqfê li gor destûra Midûriyeta Giştî ya Muzeyan û Çandê ya Wezareta Çand û Turîzmê û bi piştgiriya Şaredariya Gurpinarê dest bi xebatan kirin.

Ekîba di seroktiya Çavuşoglu da di xebatên vekolana rûyê erdê da sûra kelha ji Urartuyan maye tesbît kirin. Sarinca avê ya 6,5 mêtro kur, 6,5 mêtro dirêj û çapa wê 2,5 mêtro hat dîtin. Sarinc di qeyda berhemên dîrokî da tunebû.

Hedef ew e ku kelha piştî Urartuyan bi destê gelek şaristaniyan hatiye bikaranîn a li ser rêya Îpekyoliyê ji turîzmê ra vekin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE