Li Çataka navçeya Wanê di encama êrîşa terorîstên PKKyî ya li dijî wesayita servîsa sivîl a ku karkerên înşeta rê ya fîrmayekê sivîl vediguhastin de, 2 karker şehîd ketin û 8 karker birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, PKKya rêxistina terorê saet derdora 18.00ê li dijî wesayita servîsa sivîl a fîrmaya çêkirina rê li Zozanên Belbûka li herêma Narliya navçeyê, bi teqemeniyên destî êrîş li dar xist.
Hat ragihandin ku di êrîşê 2 karker şehîd ketin û 8 karker birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin:
"Karkerên birîndar bi helîkoptêran rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. Metirsiya jiyanî ya birîndaran tune ye. Rehma Xwedê li şehîdên me be. Xwedê şifaya lezgîn ji birîndaran re bişîne. Em rêxistina terorê ya ku êrîşa menfûr li dijî karkerên sivîl ên ku take armanca wê xizmeta gelê herêmê ye, li dar xist û herwiha yên li pişt wan telîn dikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêmê operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.AA