Li Wanê welatiyên ji ber berfê di wesayîtan da asê mabûn hatin xelaskirin

Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê duh şev li cihên bilind berf û bahoz çêbû.

Li Wanê welatiyên ji ber berfê di wesayîtan da asê mabûn hatin xelaskirin

 Li Wanê welatiyên li ser rêya Wan-Baxçesarayê ji ber berfê di 9 wesayîtan da asê mabûn ji hêla ekîbên şaredariyê va hatin xelaskirin.

Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê duh şev li cihên bilind berf û bahoz çêbû.

Li ser rêya Wan-Baxçesarayê li Bihûreka Karabetê ji ber berf û bahozê 9 wesayît di rê da asê man.

Tîmên berfê paqij dikin gihîştin herêmê rê vekirin û welatiyên li wir asê mabûn xelas kirin.

- Li Wan û Hekariyê berfê dewam bike

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê parçe ewrayî û pir ewrayî be, li Wan û Hekariyê heta nîvro baran, şilope û berfê dewam bike.

Li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be, ji hêla rojava dem demî bayekî nerm û nîveqewî bê.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Hekariyê 5, li Wan û Mûşê 4 û li Bidlîsê jî 2 pile tê texmînkirin.

Ji ber qeşa û cemedê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE