Li Wanê xwendekarên ku di rê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Xwendekarên ji taxên gundewar ên girêdayê navçeyê yên bi pergela veguhastinê perwerdeyê dibînin, dema dihatin dibistanên xwe ji ber bahoz û zêdebarîna berfê di rê de asê man.

Li Wanê xwendekarên ku di rê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Li Ozalpa navçeya Wanê xwendekarên ku ji ber bahoz û zêdebarîna berfê di rê de asê mabûn, ji aliyê ekîbên berengariya berfê ve hatin rizgarkirin.

Xwendekarên ji taxên gundewar ên girêdayê navçeyê yên bi pergela veguhastinê perwerdeyê dibînin, dema dihatin dibistanên xwe ji ber bahoz û zêdebarîna berfê di rê de asê man.

Piştî ku xeber dan rayedaran ekîbên berengariya berfê hatin û minîbus ji cihê asê mayî rizgar kirin.

Piştî ku ekîban rê vekirin, xwendekar gihandin taxên gundewar Bagriaçik, Yarimagil û Elaçmaz ên bi qasî 25 û 32 kîlometroyan dûrî navçeyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE