Li Wanê teqemeniya di bin axê de hat teqandin

Di operasyona "Cendirmeyê Şehîd Ekrem Kaygisiz" de teqemeniyeke di nav axê de hatibû bicihkirin, hat teqandin.

Li Wanê teqemeniya di bin axê de hat teqandin

Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê de teqemeniyeke di nav axê de hatibû bicihkirin, hat teqandin.

Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr daxuyand ji bo ku aramî û ewlehî bê parastin û rê li ber êrîşên xwînî bên girtin, operasyonek hat kirin.

Di operasyona "Cendirmeyê Şehîd Ekrem Kaygisiz" de li taxa Sallidereyê teqemeniyeke di nav axê de hatibû bicihkirin hat teqandin.

Hat gotin ji bo aramî û ewlehiyê xebatên têkoşîna dijî terorê wê bê navber dewam bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Tebax 2018, 10:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE