Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Mehmet Muharrem Kasapoglu daxuyand li wargehên 76 bajaran 28 hezar û 700 welatî di karantînayê da ne 37 hezar û 468 welatiyên dema karantînayê temam kirin jî ji van wargehan hatin oxirkirin.
Kasapoglu der barê xebatên têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ên li wargehên girêdayî Werziş û Ciwaniyê tên kirin da agahiyên nû da.
Wezîr Kasapoglu anî ziman bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xebatên Lijneya Zanistê va dewlet û gel hewl dide li dijî şewba koronayê têkoşînê bide.
- "Li wargehên me yên 76 bajaran mazuwaniya 28 hezar û 700 welatiyên me tê kirin"
Kasapoglu got Tirkiye welatekî bihêz e û wiha dewam kir: "Bi kordînasyona Wezareta Karên Derva û hevkariya Wezareta Karên Navxweyî va welatiyên me yên li çar aliyê dinyayê tên li wargehên Wezareta me tên mazuwanîkirin. Heta niha li wargehên me yên 76 bajaran mazuwaniya 28 hezar û 700 welatiyên me tê kirin."
Kasapoglu daxuyand 37 hezar û 468 welatiyên dema wan a karantînayê temam bûye ji van wargehan hatine oxirkirin û dema ew diçin malên xwe peyamên xweş ji wan ra dişînin ku ev jî dibe sedema kêfxweşiyê.
Kasapoglu anî ziman dema şewb ji holê rabû ewê wargehan baş paqij bikin û teslîmê xwendekaran bikin.
AA