Li Cizîra navçeya Şirnexê germahiya ku bi 49,1 pileyî va di meha tîrmehê da hat pîvan germahiya herî zêde ye ku heta niha li welêt hatiye pîvandin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê berhev kir heta niha li Tirkiyeyê nîvendiya germahiya meha tîrmehê 24,5 pile bû û îsal ev yek zêde bû û derket 26,5 pileyî.
Îsal di meha tîrmehê da li seranserê welêt germahiya herî zêde bi 49,1 pileyî va li Cizîra navçeya Şirnexê, germahiya herî kêm jî bi 6,5 pileyî va li Erdexan û Sariza navçeya Qeyseriyê hatin pîvandin.
Germahiya bi 49,1 pileyî ku li Cizîra navçeya Şirnexê di meha tîrmehê da hat pîvandin germahiya herî zêde ye ku heta niha li Tirkiyeyê hatiye pîvandin.
Di meha Tîrmehê da germahiya ekstrem a nû bi vî awayî çêbû: