Li welêt seferberiya tevdîran

Ji bo xebatkarên tenduristiyê çêkirina maskeyan berdewam e

Li welêt seferberiya tevdîran

Li herêmê ji bo pêşiya vîrûsa koronayê were girtin hema bêjin seferberî heye. Li gelek deveran bi dehan kes bi dilxwazî maskeyan çêdikin.

Li Batmanê fîrmeyeke tekstîlê bi bidehan xebatkarên xwe maskeyan çêdike.

Li fabrîkaya tekstîlê xebat bênavber dewam dike.

Fîrme ji nexweşxaneya dewletê re rojê hezar maskeyan çêdike û belaş didê.

Li Derika Mardinê jî navenda perwerdeya gel rojê 2 hezar maskeyan çêdike.

Li navendê 9 jin dixebitin û maskeyên hijyenîk diyariyê nexweşxaneyan dikin.

Herwiha navend dixwaze li welatiyên hewcedar jî maskeyan belav bike.

Li Îdirê 11 mamosteyên lîseya teknîkê ya Bestiyê rojê 400 maskeyan çêdikin.

Niha mamoste hewl didin ku rojê hezar û 500 maskeyan çêkin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE