Li Wuhana bajarê Çînê karantîna hat rakirin

Rayedaran diyar kir ku perwerdeya dibistanan wê hê dest pê neke

Li Wuhana bajarê Çînê karantîna hat rakirin

Li bajarê Wuhanê yê li eyaleta Hubeya Çînê ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) lê derket, karantîna hat rakirin.

Li gor nûçeya The Global Timesê karantînaya ku 76 roj bûn li bajarê Wuhanê dihat sepandin, bi dawî bû.

Rayedaran diyar kir ku kesên ku li Wuhanê dijîn, dikarin bê destûr jê derkevin. Li Wuhanê 11 milyon kes dijîn.

Rayedaran diyar kir ku tevdîr bi temamî nehatin rakirin, dibistan wê hê venebin, biryara ser dibistanan wê paşê were dayîn.

Li gor daxuyaniya ku duh ji Komîsyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê hatibû dayîn, hatibû gotin ku ji meha rêbendanê vir va îro cara ewil tu kes nemir.

Her wiha komîsyonê diyar kiribû ku vîrus kişiya 32 kesên nû û tevahiya kesên vîrus kişiyayê derket 81 hezar û 740î, 89 kesên din jî qenc bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE