Ji 5ê tîrmehê ku ji Tirkiyeyê qefleya ewil bi rê ketibû û vir va li xaka pîroz 17 heciyên Tirk wefat kirin.
Midûrê Giştî yê Xizmetên Hec û Umreyê yê Serokatiya Karûbarên Diyanetê Remzî Bircan di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ji 5ê tîrmehê ku ji Tirkiyeyê qefleya ewil bi rê ketibû û vir va li xaka pîroz 17 heciyên Tirk wefat kirin.
Bircan diyar kir ku qrîza dil, qezayên trafîqê, şertên av û hewayê, zatûre û herwiha nexweşiyên ji ber kal û pîrtiyê bûn sedema wefatan.