Li Xelfetiyê ji bo belgeya destûra seyahatê rêzeke dirêj çêbû

Li Xelfetiya navçeya Şanliurfayê kesên xwestin belgeya destûrê ya seyahatê hildin û herin dervayî bajêr li ber avahiyê hikûmetê rêzeke dirêj çêkirin.

Li Xelfetiyê ji bo belgeya destûra seyahatê rêzeke dirêj çêbû

Ji ber ku li welêt 4 roj derketina derva qedexe bû welatî li malên xwe man û qedexe jî îro dawî bû.

Îro kesên ji ber sedemên cuda dixwazin derkevin dervayî bajêr hatin li ber avahiyê hikûmetê rêzeke dirêj çêkirin û serî lê dan ku belgeya destûrê ya seyahatê hildin.

Wezîfedaran hişyarî dan ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ew ji dûrî hevdu bisekinin û rageşî çênebe.

Welatiyên ku rêza wan a li ber avahiyê bi mêtroyan dirêj bû bê pirsgirêk serîlêdanên xwe kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE