Li "Xirbeyên Aniyê" hejmara geştiyaran her diçe zêde dibe

Li Xirbeyên Aniyê yên li Qersê ku di Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da ye hejmara geştiyaran her diçe zêde dibe.

Li "Xirbeyên Aniyê" hejmara geştiyaran her diçe zêde dibe

 Li Xirbeyên Aniyê yên li Qersê ku di Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da ye hejmara geştiyaran her diçe zêde dibe.

Bajarê antîk yê jê ra dibêjin "Navenda Medeniyetan", "Bajarê Dinyayê", "Hezardêr" û "Bajarê Çilderî" ku di 15ê Tîrmeha 2016an da hildan Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê di salên 961-1045an da dema Xanedaniya Pakraduniyê da paytextiya hikûmdariya Fileyan kiriye û berhemên mîmariya Îslamê yên sedsalên 11emîn û 12emîn di nav xwe da dihewîne.

Aniya ku beriya mîladê di salên 3 hezarî da cara ewil ava bûye û Tirkên Sakayî, Sasanî, Qraltiya Bagradiyan, Bîzans, Mîrektiya Şeddadiyan, Begên Gurcî, Dewleta Xarzemşahan, Îlhanî, Selçuqî, Dewleta Osmanî û Rûsan lê hikûm kiriye piştî ku hildan Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê eleqeyeke mezin dibîne.

- Di 6 mehan da 70 hezar û 603 geştiyar hatin

Geştiyarên biyanî û xwemalî yên tên Aniyê Xirbeyan, Mizgefta Ebul Menucehr, Katedrala Aniyê û dêrên Amenaprgîç, Dikran Honentz û Abugamir Pahlavuniyê ziyaret dikin.

Di 6 mehên sala par da 54 hezar û 610 geştiyar hatin serdana Aniyê û îsal jî di 6 mehan da 70 hezar û 603 geştiyar hatin serdana Aniyê.

Geştiyar Ergun Karakuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji Stenbolê ji bona gerê bi rê ketine û got piştî ku Girê Mirazan dîtine hatine serdana Qersê.AA

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 15:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE