Li Bêşebaba Şirnexê Serokatiya Karên Diyanetê û Qeymeqamiya navçeyê projeyeke bi navê “nifşa xwendevan” da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de li Bêşebabê li 3 hezar xwendekarî xelata herî hêja Qurana Kerîm hat belavkirin.
Li Bêşebaba Şirnexê aliyê Diyanet û Qeymeqamiya navçeyê projeyek hat despêkirin.
Navê projeyê “Nifşa Xwendevan” e û bi vê projeyê dixwazin xwendekar zêdetir pirtûk bixwînin.
Di çarçoveya projeyê de li Bêşebabê li 3 hezar xwendekarî xelata herî hêja Qurana Kerîm hat belavkirin.
Tîmên belavkirinê yek bi yek li dibistanan geriyan û Quran belav kirin.
Di çarçoveya projeyê de xwendekarên ku ji 5an zêdetir pirtûk bixwînin jî, bi zêran tên xelatkirin.