Li Gevera navçeya Colemêrgê ji ber berfa zêde welatî gelek zor û zehmetîyê dikişînin. Her wiha xebatkarên tendirustiyê jî ji bo xwe bigihînin nexweşan pirr xîret dikin.
Ev du roj in ku li navçeyê bê navber berf dibare.
Ji ber berfa zêde jiyana gelê herêmê ketiye nav zehmetiyeke mezin.
Her wiha Tîmên tendirustiyê jî ji bo xwe bigihijînin nexweşên li gundan hewl û xîreteke mezin nîşan didin.
Yek ji wan xebatan jî ji bo jineke ducanî hat nîşandan.
Jina bi navê Canan Nişo li Gundê Zizanê dijî û ducaniye.
Ji ber ku dayîka cudanê nexweş ket, gazî tîmên tendirustiyê kirin.
Lê belê rê girtibû û tîmên tendirustiyê xwe bi hezar zehmetiyan gihand jina nexweş.
Herî dawî rê hat vekirin û jina ducanî anîn nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku niha rewşa Canan Nişo baş e.