Li Yuksekovayê di êrîşa terorê de xanima esker û pitikê wan jiyana xwe ji dest da

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê teqemaniya ku terorîstên PKKyî li rê veşartibûn dema ku wesayîta sivîl a ku xanima esker diajot derbas dibû hat teqandin. Di êrîşa terorê de xanima esker û bebekê wan a 11 mehî jiyana xwe ji dest da.

Li Yuksekovayê di êrîşa terorê de xanima esker û pitikê wan jiyana xwe ji dest da

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê teqemeniya ku terorîstên PKKyî li rê veşartibûn teqiya, di encama teqînê de Nurcan Karakayaya xanima esker a ku di wesayîta sivîl de bû û bebekê wan a 11 mehî jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li tanga Çemê Sûsatê ya Bajaroka Buyukçîftlîkê ya navçeyê dema ku wesayîta eskerî ya ku xanima esker diajot teqemeniya ku mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker berê li rê veşartibûn hat teqandin, xanima esker li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Pitikê wan Bedîrhan Karakayayê 11 mehî yê bi xedarî birîndar bibû yê ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê jî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Nurcan Karakaya bi bebekê xwe Bedîrhan re ji Uşakê derket rê û ji bo ku hevserê xwe yê binefser ziyaret bike hat navçeyê. Hat ragihandin ku êrîşa bibombe di rêya vegerê de hat kirin.

Li herêmê operasyona ser terorîstan didome.

- Ji Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyanî

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji bo Nurcan Karakayaya jina eskerekî û derguşa wê ya 11 mehî yên ku di êrîşa terorê ya Hekariyê de hatin kuştin got rehma Xwedê li wan be û anî ziman cihê kujeran him li vê dinyayê û him jî li axiretê wê bibe dojeh.

Kalin li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê Nurcan Karakayaya jina eskerekî û derguşa wê ya 11 mehî yên ku di êrîşa terorê ya Hekariyê de hatin kuştin de peyamek weşand.

Kalin got rehma Xwedê li wan be û wiha dewam kir: "Cihê wan bihûşt e înşallah. Cihê kujeran jî him li vê dinyayê û him jî li axiretê wê bibe dojeh."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2018, 09:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE