Li zanîngeha Efrînê civîna li ser çêkirina robotan

Ji bo xwendekarên Efrînî robotan çêbikin û beşdarî teknofestê bibin civîn hat lidarxistin

Li zanîngeha Efrînê civîna li ser çêkirina robotan

Teknolojiya robot û dronan, her ku diçe pêş ve dikeve. Li zanîngeha Efrînê jî, ji bo ku xwendekar di warê teknolojiyê de xwe bi pêş bixin civînek hat lidarxistin.

Dron, robot, wesaîdên bêmirov, erebeyên biceyranê û gelek tiştên din.

Di van salên dawî de teknolojî gelek bi pêş ket û êdî her kesî bala xwe daye ser van yekan.

Li zanîngeha Efrînê, derbarê teknolojî û robotan de civînek hat lidarxistin.

Saziya MAPS’ê, tevî zanîngeha Efrînê, behsa danasîna robotan û çêkirina wan kir.

Dekanê Fakulteya Perwerdeyê ya Efrînê li ser armanca civînê axivî.

“me xwest ku xwendekarên bi van tiştan re eleqedar in, bila xwe pêş bixin. xwendekar bila van tiştan nas bikin. gelek xwendekar beşdarî vê civînê bûn. em dixwazin ku li virê, wek tirkiyê bila festîvalên teknolojiyê bê organîzekirin.”

Ciwanên Efrînî, di vî warî de jî bi pêş bikevin û xwe îspat bikin beşdarî civînê bûn.

Nêzî 300 xwEndekarên zanîngehê beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê xwandekarên ku hezbikin wê ji hêla saziya MAPS’ê ve werin perwerde kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE