Li Zêdkana Agiriyê bo xwendekaran kursên boyax û ebruyê

Zarok him hînî huneran dibin, him jî ji tiştên xirab tên parastin...

Li Zêdkana Agiriyê  bo xwendekaran  kursên boyax û ebruyê

Li Zêdkana Agiriyê, navenda piştgiriya malbat û hunerê ji bo ku zarok ji tiştên xirab bên parastin, hin çalakiyan li dar dixe. Xwendekarên ku di kursa navendê de hînî boyaxê bûbûn, dîwarên dibistanan boyax dikin.

Navenda Piştgiriya Malbat û Hunerê ya Zêdkana Agiriyê, ev 2 sal in ku ji bo zarokan kursên muzîk û hunerê çêdike.

Xwendekar li navendê diçin kursên boyax û ebruyê. 120 zarok bêyî ku pereyan bidin ji van dersan îstifade dikin.

Xwendekarên ku hînî boyaxê bûn, niha jî dîwarên navendê û dibistanên xwe boyax dikin.

Mamoste dibêjin telebe him hînî huneran dibin, him jî ji tiştên xirab tên starkirin.

Çalakiyên navendê yên ji bo zarokan wê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 26 Cotmeh 2019, 15:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE