Li zeviyên pembûyê yên Deşta Amîkê îsal wê zêdetir rekolte çêbibe

Ji sedî 11yê pembûyê bilîf ya li Türkiyeyê tê bidestxistin ji Hatayê tê berhevkirin."

Li zeviyên pembûyê yên Deşta Amîkê îsal wê zêdetir rekolte çêbibe

 Li Deşta Amîkê zeviyên pembûyan zêde bûn û bendê ne ku rekolte îsal zêde be.

Li navçeya Kirikhanê karkerên demselî yên li Deşta Amîkê dixebitin serê dibê diçin pembû berhev dikin, dixin çewalan û dişînin fabrîqeyê.

Midûrê Çandinî û Daristanan a Bajêr Ergun Çolakoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand pembûyê li Deşta Amîkê tê bidestxistin bi qalîte ye û rûyê cotkaran dikenîne.

Çolakoglu got çandiniya pembûyê ya ewil hindik maye xelas bibe û wiha axivî: "Ji sedî 11yê pembûyê bilîf ya li Tirkiyeyê tê bidestxistin ji Hatayê tê berhevkirin. Par ji 331 hezar dekarî 174 hezar ton pembû hat berhevkirin. Îsal ji erdekî 345 hezar dekarî 180 hezar tonî zêdetir pembû wê bê berhevkirin."

"Îsal qalîte û randiman baş e"

Serokê Odeya Ziraetê ya Kirikhanê Mehmet Çelîk jî got cotkar wek pembûyê direşînin û îsal jî rewş baş e.

Çelîk wiha axivî: "Îsal hevalên me yên ji dekarekê heta 600 kîloyî pembû berhev kirin hene. Îsal qalîte û randiman baş e, bihayê zêde jî hat eşkerekirin. Ji ber hewa baş bû qalîteya pembûyê jî zêde bû."

Serkan Kiliçogluyê cotkariya pembûyê dike jî got wî di 4ê nîsanê da li ser qadeke 200 donimî pembû reşandiye, îsal li gor salên çûyî rewş baştir e û ew ji ber vê kêfxweş in.

Cotkar Mehmet Çika jî got li gor par îsal him pembû biqalîte ye û him jî zêde hatiye berhevkirin û wiha dewam kir: "Min serê donimê 550 kîlo pembû berhev kir. Ez ji ber bereketa wê û biha kêfxweş im."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE