Li Zeytînburnuyê avahiyeke 5 qatî ya ku berê hatibû valakirin hilweşiya.
Li gor agahiyan li Taxa Sumerê avahiyeke 5 qatî ya ku berê hatibû valakirin hilweşiya û gelek îtfaiye û ekîbên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Hin wesaîtên parkkirî jî di bin kavilên avahiyê da man.
Walîtiya Stenbolê daxuyand di saet 10.30î da li Taxa Sumerê ya Zeytînburnuyê avahiyeke 5 qatî ya li kuçeya hejmara wê 27/3 ye û berê hatibû valakirin hilweşiya.
Hat gotin tîmên AFAD, agirkûj, ewlehî û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li gor agahiyên ewil hat tesbîtkirin ji ber rîska hilweşînê avahî berê hatiye valakirin. Der barê geşedanan da agahî wê bi raya giştî ra bên parvekirin."
AA