Li nêzî qeraxên Çeşmeya navçeya Îzmirê 19 biyaniyên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin, hatin girtin.
Tîmên Fermandariya Asayîşa Qeraxan nêzî qeraxên navçeya Çeşmeyê bota lastîk a ku biyanî tê da bûn, dan sekinandin.
Di botê da jin û zarok jî di nav da 11 kesên ji Sûriyeyê, 3 kesên ji Misrê û 5 kesên ji Somaliyê hatin girtin.
Hat ragihandin ku piştî karûbarên fermî ew ê koçberên bêdestûr teslîmê Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr bikin.AA