Li Îzmirê 388 koçber hatin xilaskirin

Li Îzmirê 388 koçber hatin xilaskirin

Li peravên navçeyên Îzmirê Dikili, Seferihisar, Foça û Çeşmeyê 388 koçberên ku di demên cuda da ji hêla unsûrên Yûnanistanê para va hatin şandin yên ku du hundirê tekneyê da mehsûr man, hatin xilaskirin. 2 kes jî bi îdiaya organîzator in, hatin binçavkirin.

Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Qeraxan di navbera 17-20ê Tîrmehê da li peravên Dikiliyê 78 koçberên ku ji hêla unsûrên Yûnanistanê ber bi avên bejayî yên Tirk bi paşda hatin şandin, xilas kirin.

Ekîban her wisa 18-21ê Tîrmehê jî li peravên Seferihisarê 217 koçberên ku ji hêla unsûrên Yûnanistanê ber bi avên bejayî yên Tirk bi paşda hatin şandin, xilas kirin. Her wisa 2 kes jî bi îdiaya organîzatoriya derbasbûna dereqanûnî dikin, hatin binçavkirin.

Her wisa 22yê Tîrmehê jî li peravên navçeya Foçayê 26 koçberên bi paşda hatin şandin hatin xilaskirink. Li navçeya Çeşmeyê jî 67 biyaniyên di tekneyê da mehsûr man û alîkarî xwestin, hatin xilaskirin.

388 koçberên ku hatin xilaskirin, piştî kutabûna miemeleyan radestî Midûriyeta Rêveberiya Koça Parêzgehê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE