Li Seferîhîsar û Urlaya navçeyên Îzmirê 51 koçberên bêdestûr hatin girtin, 2 şikbar jî ji ber îdiaya organîzator in hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li herêma tetbîqatê ya li navçeya Seferîhîsarê ji Somaliyê 8, ji Kongoyê 9, ji Efxanistanê 3, ji Yemen, Etîyopya, Senegal û Cibutiyê jî kesek tesbît kirin ku ew bê destûr ketine welêt.
Tîman koçberên bê destûr girtin.
Li navçeya Urlayê jî di hundirê 2 wesayîtan da 23 koçberên bê destûr hatin girtin.
Şofêrên wesayîtan O.Ç. û M.O. ji ber îdiaya organîzatoriya wan kirine hatin binçavkirin.
Tîman koçber teslîmî navenda paşveşandinê kirin.
AA