Li Çeşme û Dîkîliya navçeyên Îzmirê 71 penaberên ji hêla hêzên ewlehiya qeraxê yên Yewnanistanê va paşve şandibûn qeraxên Tirkiyeyê hatin xelaskirin.
Li ser agahiya ku li Çeşmeyê komeke penaberan heye, hêzên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê çûn herêmê.
Tîman 28 penaberên paşve vegerandine qeraxên Tirkiyeyê xelas kirin.
Ji bilî vê 24 penaberên li qeraxên Denîzkoya navçeya Dîkîliyê yên ji hêla hêzên qeraxê yên Yewnanistanê va paşve şandibûn qeraxên Tirkiyeyê jî hatin xelaskirin.
Tîmên Fermandariya Ewlehiya Qeraxê ji bilî van li Dîkîliyê jî 19 penaber xelas kirin.
Penaberên di nav da zarok û jin jî hene sewqî Midûriya Îdareya Koçê kirin.
AA