Li Îzmirê bi lerza 5,1ê erdhej

Li Urlaya navçeya Îzmirê bi lerza 5,1ê erdhej çêbû.

Li Îzmirê bi lerza 5,1ê erdhej

Li peravên Îzmirê yên Behra Egeyê serê sibehê di nav 10 deqîqeyan da du erdhej çêbûn.

Ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat gotin ku serê sibehê di saet 07.00an da navenda nav Behra Egeyê dûrî Îzmirê bi lerza 5,1ê erdhej çêbû.

Erdhej 3,97 kîlometre di bin behrê da çêbû û devera lerzê lêxist jî 56,18 kîlometre dûrî Urlaya navçeya Îzmirê bû.

Di agahiyeke nû ya ji ser malperê weşiya da hat gotin ku piştî erdheja ewil di saet 07.09an da dîsa di nav Behra Egeyê da bi lerza 4,3an va erdhej çêbû. Hat gotin ku erdheja duyemîn jî 7,16 kîlometre di bin behrê da çêbû.

AFADê ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ji ber erdhejê tu îxbarek nehatiye kirin û xebatên kontrolê yên li qadê jî dewam dikin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE