Li Îzmirê di operasyona dijî DEAŞê da 8 şikbar hatin girtin

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê biryar da ku kesên hat tesbîtkirin bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkiliya wan hene werin girtin li ser vê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr dest bi operasyonê kirin.

Li Îzmirê di operasyona dijî DEAŞê da 8 şikbar hatin girtin

 Li Torbali û Tîreya navçeyên Îzmirê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 8 şikbar hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê biryar da ku kesên hat tesbîtkirin bi DEAŞa rêxistina terorê ra têkiliya wan hene werin girtin li ser vê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr dest bi operasyonê kirin.

Di operasyonên li Torbali û Tîreyê hatin kirin da yekî wan welatiyê Libnan û Almanyayê, 7ê wan welatiyên Sûriyeyê bi tevahî 8 şikbar hatin binçavkirin.

Di lêgerîna li navnîşanên şikbaran da gelek dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.

Karûbarên li ewlekariyê yên şikbaran hê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE