Li Îzmirê di operasyona dijî malên şane yên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da 35 berşik hatin desteserkirin ku di navê da qaşo îmamê mehrem ê rêxistinê û eskerên ji artêşê îxrackirî jî hene.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê ya dijî FETOyê da bi kordîneya Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê û Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê li dijî wan berşikan xebat dan destpêkirin ku hat tesbîtkirin, bi telîmata rêxistinê di malên şane yên rêxistinê da dimînin û fealiyetên xwe yên rêxistînî ji vir didomînin.
Di vê çarçoveyê da li dijî 39 navnîşanan operasyon hat kirin. Ekîban 35 berşik binçav kirin ku di navê da qaşo îmamê mehrem ê rêxistinê û sûbayên ji artêşê îxrackirî hene.
Di malan da nasnameya sexte, 100 hezar lire, 7 hezar dolar û 4 hezar ewro hatin bidestxistin.
Hat ragihandin, ji xeynî van xebatên qefaltina firariyên ku berşik bi wan ra di têkiliyê da ne, didomin.
AA