Li Îzmirê di operasyona dijî FETOyê da 31 gumanbar hatin girtin

Li Îzmirê di operasyona dijî FETOyê da 31 gumanbar hatin girtin

Li Îzmirê di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewletê ya Paralel (FETO/PYD) da 31 gumanbarên ku di nav şaxa mehrem a ewlehî û cendirmeyê da ne hatin girtin.

Ji bo ku pêşî li ber girtina mensûbên FETO/PDYya rêxistina terorê bigirin, mensûbên rêxistinê li gor telîmata rêxistinê timî malan diguherînin û li ser navê kesên ku qeyda wan a rêxistinê tuneye, malan kirê dikin û ji eqrebayên xwe jî vedişêrin.

Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Îstixbarat û Qaçaxcîtiyê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajarê Îzmirê li ser van malên hucrik ên jê ra dibêjin malên gaybubetê di heman demê da operasyon kir.

Di operasyonê da îmamên mehrem ên nav şaxa ewlehî û cendirmeyê, berpirsên telebeyan ên herêman, midûrê ewlehiyê yê îxrackirî, komîserê îxrackirî, eskerê teqawid jî tê da 31 gumanbar hatin girtin.

Di operasyonê da her wiha gelek materyalên dîjîtal û nasnameyên sexte hatin bidestxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE