Li Dîkîliya Îzmîrê keştiya ku tê de penaber hebûn binav bû. 2 penaberan soberî kir û xwe xilas kirin. Tîmên ewlehiya peravê li 10 kesên winda digerin.
Li nêzî Denîzkoya Dikiliya Îzmîrê serê sibê di saet 6an de keştiyeke penaberan binav bû.
2 penaberên di keştiyê de soberî kirin û xwe gihandin peravê.
3 botên Ewlehiya peravê, helîkopterek û gelek tîmên xelaskirinê sewqê cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên Ewlehiya Peravê ji bo dîtina 10 penaberên winda, lêgerînên xwe didomînin.