Li Îzmir, Mêrsîn û Qersê dijî rêxistinên terorê operasyon

Li Îzmir, Mêrsîn û Qersê dijî rêxistinên terorê operasyon hatin kirin

Li Îzmir, Mêrsîn û Qersê dijî rêxistinên terorê operasyon

Li Îzmirê 3 operasyonên cuda hatin kirin û di operasyonan da 10 gumanbarên ku li gor îdiayê ser navê rêxistinên terorê PKK/KCK, DHKP/C û MLKPyê fealiyetan dikin, hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr îro serê sibê li tevahiya bajêr li dijî rêxistinên terorê PKK/KCK, DHKP/C û MLKPyê 3 operasyonên cuda kirin.

Di operasyona ku li navenda bajêr û navçeya Alîagayê hat kirin da 5 bersûcên ku li gor îdiayê bi telîmatên PKK/KCKya rêxistina terorê hereket dikin, hatin girtin.

Ekîban li navenda bajêr û navçeya Foçayê avêtin ser navnîşanên kifşkirî û 3 gumanbarên ku li gor îdiayê li ser navê rêxistinên terorê DHKP/C û MLKPyê fealiyet kirine, binçav kirin.

Ekîbên Midûriya Emniyeta Navçeya Torbaliyê jî li dijî kesên ku li gor tesbîtê ser navê MLKPya rêxistina terorê fealiyet kirine operasyon kir û 2 bersûc girtin.

Di operasyonan da gelek dokumanên rêxistinî û materyalên dijîtal hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyetê ya Îzmirê hat dayîn, di nav hefteyeke dawîn da di operasyonên dijî rêxistinên terorê FETO, DEAŞ, PKK/KCK, DHKP/C û MLKPyê da 60 bersûc hatin girtin û van operasyonan derbeyeke mezin li şaxên bajêr ên rêxistinên terorê da.

- Li Mêrsînê operasyonên dijî terorê 

Li Mêrsînê di operasyona dijî rêxistinên terorê da 5 şikbar hatin binçavkirin. 

Li gor daxuyaniya ku ji Fermandariya Cendermeya Bajêr hat dayîn, operasyonên li dijî deşîfrekirin û fealiyetên rêxistinên terorê dewam dikin. 

Di vê çarçoveyê de 3 şikbar ji ber propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê û kesek jî ji ber propagandaya TKP/MLya rêxistina terorê hatin binçavkirin. 

Di operasyonan de kesekî ku tê îdiakirin endamê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO/PDY) ye hat qefaltin. 

- Li Qersê operasyona terorê

Bersûcê ku bi îdiaya endamê PKK/KCKya rêxistina terorê ye hat binçavkirin, biryara girtina wî hat dayîn

Li Qersê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da gumanbarê ku hat binçavkirin, biryara girtina wî hat dayîn.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê ya Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Qersê ji bo C.Ayê ku ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar" polês lê digeriya, xebat da destpêkirin.

Di operasyona ku ekîba cendirmeya kir da C.A. hat binçavkirin. C.A piştî îfadeyê sewqî edliyeyê kirin.

Hakimtiya cezayê sulhê ya nobedar, ji ber "endambûna rêxistina terorê ya çekdar" biryara girtina C.A da.

Ji aliyekî din va li Qers û Dîgorê 8 gumanbarên ku bi îdiaya endambûna PKK/KCKya rêxistina terorê û parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî li Qers û Dîgorê hatin binçavkirin, hat gotin ku karê wan ê li cendirmeyê didome.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Adar 2019, 14:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE