Li Îzmirê operasyon birin ser tekneya kesên hewl didan herin dervayî welêt

Di operasyona hevpar a Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Fermandariya Herêmê ya Behrê ya Ewlekariya Peravê da tekne li perava Urlayê hat sekinandin.

Li Îzmirê operasyon birin ser tekneya kesên hewl didan herin dervayî welêt

Li Urlaya navçeya Îzmirê operasyon birin ser tekneyekê, di operasyonê da gelek kesên hewl didan bi rêyên qaçaxî derbasî dervayî welêt bibin hatin girtin, 2 kes jî bi şika organîzekirina derbasbûnê hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, tekneya bi navê "Kuçukyali 1" a bi şev ji bendera Sixacikê ya Seferîhîsarê derkete rê li tanga Kokarê ya Uzunkayaya Urlayê gelek kes hilda û bi rê ket.

Di operasyona hevpar a Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Fermandariya Herêmê ya Behrê ya Ewlekariya Peravê da tekne li perava Urlayê hat sekinandin.

Ji bo kaptanê seba bireve xwe ji tekneyê avête behrê jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê dan destpêkirin.

Ji bo tesbîta nasname û neteweya kesên di tekneyê da xebat dewam dikin.

Wekî mayîn ekîbên cendirmeyan operasyon birin ser pansiyoneke li Sixacikê û bi şika organîzekirina çûyînê va 2 kes binçav kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE