Li navçeya Bucayê du wesayît li hev qelibîn û di qezayê da 7 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan, li Bucayê wesayîteke ticarî ya ku pîleqeya wê nayê zanîn ji rê derket û ji ser refujê derbasî rêya din bû. Wesayît li vê derê bi wesayîteke din qelibî.
Di qezayê da yek pitik, 3 zarok bi tevahî 7 kes mirin û kesek jî birîndar bûn.
Piştî qezayê gelek tîmên polês û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.