Li Îzmirê şewata daristanê hat temirandin

Agirê ku li Îzmirê daristanê ket 15 saetan da paşê hat temirandin

Li Îzmirê şewata daristanê hat temirandin

Li Karaburuna navçeya Îzmirê duh agirê ku bi daristanê ket, ekîban ji hewa û bejayê va di 15 saetan da paşê temirand.

Li texma taxa Bozkoyê ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin agir bi daristanê ket û 17 arazoz, 4 firoke, 3 balafir, 3 dozer û 8 ekîbên bejayê yên Midûriya Herêma Daristanê ya Îzmirê midaxaleyî şewatê kir.

Agir nêzî 15 saetan da paşê hat temirandin.

Bi wesayîta esmanî ya bêfirokevan dîmena herêma şewatê hat kişandin û hat ragihandin ku 42 hektar qada makiyan zirar dît.

Li herêmê xebatên reşandina avê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE