Li Karaburun û Foçaya navçeyên Îzmîrê 65 penaberên ku ji aliyê unsûrên Ewlekariya Perava ya Yewnanistanê ve ber bi sînoreavên Tirkî ve hatin vegerandin, hatin rizgarkirin.
Li nav sînoreavên navçeya Karaburunê piştî ku ekîbên Fermandariya Ewlekariya Perava îxbara wê yekê sitand ku di nava 2 beleman de komeke penaberan heye, 36 penaberên ku bo nav sînoreavên Turkiyeyê ve hatibûn dafandin, rizgar kirin.
Herwiha ekîban îxbar sitend ku li sînoreavên Aslan Burnuyê 29 penaberên di nava belemeke plastîk de ne û ew rizgar kirin.
Penaber piştî karûbarên wan ên fermî ji bo Rêveberiya Koçê ya Wîlayetê ve hatin şandin.AA