Li Zozana Feraşînê demsala biharê

Zozana Feraşînê ya li Beytuşebaba navçeya Şirnexê ku çiyayên dor û berê bi berfê çîl û sipî dike bi hêşînahiya zevî û ava çeman va wek wêneye xêzkirî xuya dike.

Li Zozana Feraşînê demsala biharê

Zozana Feraşînê ya li Beytuşebaba navçeya Şirnexê ku di mehên havînê da bo koçeran wargehe bi çiyayên dor û berê yên berfê çîl û sipî dikin, hêşînahiya zevî û ava çeman va wek wêneye xêzkirî xuya dike.

Li Zozana Feraşînê ya Beytuşebabê ku 2 hezar û 625 mêtro bilindahiya wê heye piştî zivistaneke dirêj bihar hat û çar aliyê wê bi gul û çîçekan xemilîn.

Çiyayên li dor û berên zozanê ku hêj jî berf lê heye spî dikin lê rasta zozanê bi germbûna dinyayê va bi hêşînahî, gul û çîçekan geş bû.

Erdê li rasta zozanê ya bi hêşînahiyê geş bû û ava ku ji çeman diherike bêhna mirov derdixe.

"Zozan her demsal xweş e"

Suat Uceyê ku ji bo gerê hatibû zozana Feraşînê got ku ew li Stenbolê dixebite û ji ber şewba Kovîd-19ê niha vegeriyaye navçeyê û ji xwe ra digere.

Uce got ku wî malabata xwe ziyaret kir û paşê jî ji bo gerê hat Zozana Feraşînê û wiha pê da çû: "Zozana Feraşînê her demsal bi xweşiyên curbecur va xweş e. Hewa wê, ava wê pir paqij e û dîtinê heq dike."  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE