Li Zozanan pezbira bi qebale

Bi germbûna hewayê ra li navenda Bitlîsê û navçeyên wê heywandaran dest bi pezbirê kirin.

Li Zozanan pezbira bi qebale

Li navenda Bitlîsê û navçeyên wê bi germbûna hewayê ra heywandarên derketine zozanan dest bi pezbirê kirin.

Li Bitlîsa ku welatî piranî pez xwedî dikin piştî ku berfa li zozanan heliya pezên xwe yên zivistanê di goman da xwedî dikirin derxistin zozanên ku çêre lê zêde ye.

Welatiyên ku pezên xwe li zozanan diçêrînin ji bona pezên wan rehet bibin, şîr bidin û kok bibin dest bi birîna hiriya wan kirin.

Li Yenîcika gundê navçeya Hîzanê heywandarên pezên xwe derxistine Zozanê Oviyê ku 2 hezar û 450 mêtro bilind e bi hevrîng û makîneyên bi ceyranê dixebitin pirça pezên xwe dibirin û hiriya pez jî difiroşin.

 Welatî bi qibale pezên xwe dibirin

Faruk Ceylanê dest bi pezbirê kiriye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir debara xwe bi heywandariyê dikin.

Ceylan diyar kir piştî ku hewa germ dibe ji bona pez rehet bibe dest bi pezbirê dikin û wiha got: "Heta dawiya meha Hezîranê em pezên xwe dibirin. Li vir qederê 700 pez hene. Em bi qibale pezên xwe dibirin û hiriya wan jî difiroşin. Zozanên me bi hewaya xwe ya xweş û çêreya xwe ji bona xwedîkirina pez zehf baş e. Piştî ku em pezê xwe dibirin em paqijiya wan dikin."

Mehmet Alî Demir jî destnîşan kir sibehê zû tên zozanan û dest bi pezbirê dikin û wiha axivî: "Em bi hiriya pez lazmatiyên xwe xwe çêdikin û ya zêde j3i difiroşin. Xwedîkirina heywanan zehmet e, lê ji bona me bikêf e. Em her roj 10 kîlomêtro rê diçin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE