Li navenda kaşûnê ya mêrga botan sezona kaşûnê dest pê kir. Hakkariyî di betlaneya nîvê salê ya dibistanê de tevî zarokên xwe berê xwe didin mêrga botan.
Li Hakkariyê sezaona kaşûnê ye, Hakkariyî di betlaneyê de berê xwe didin zozanên Mêrga Botan.
Sezona kaşûnê îsal her çiqas dereng dest pê kiribe jî ji bo kaşûnê eleqeyeke zêde heye.
Hakkariyê di betlaneya nîvê salê a dibistanê de tevî heval û zarokên xwe tên navendê û kaşûnê dikin.
Li navenda Mêrga Botan teleferîk ango skipass jî hatine çêkirin. Kaşûnhez bi van dertên serê çiyê û xwe berdidin xwarê.
Ji xeynî Hakkariyiyan ji Îran, Iraq û bajarên derdorê jî gelek geştûguzar tên kaşûnê.
Navenda kaşûnê ji ber tevdîrên şewbê dawiya heftê girtî ye lê nav hefteyê têra xwe tijî dibe.